Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb peyama pîrozbahiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi boneya sersalê peyamek pîrozbahiyê da û ev bone li tevahî Sûriyeyiyan pîroz kir û diyar kir ku ew amade ne di cejnên sersalê de sivîlan biparêzin û aramiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê misoger bikin.

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb peyama pîrozbahiyê
31 kanûn, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi peyamekê cejnên sersalê li tevahî Sûriyeyiyan pîroz kir û diyar kir ku wan di cejnên sersalê de amadekariyên xwe yên ewlehiyê ji bo parastina sivîlan û misogeriya aramiyê her du taxan xurt kirin.

Di peyamê de wiha hate gotin:

"Bi boneya sersalê, em dixwazin pîrozbahiyên xwe û hêviyên xweştir ji bo we hemûyan pêşkêş bikin. Em hêvî dikin ku ev sala nû bibe sala xêr û serfiraziyê, bi xwe re ewlehî, aştî û hezkirinê ji tevahî gel re bîne."

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb, me di cejnên sersalê de amadekariyên xwe yên ewlehiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û misogeriya aramiyê xurt kirin."

(fr)