Ji eniyên berxwedanê bo çar parçeyên Kurdistanê peyam: Hêza gelê me têrî heye

Şervanên QSD û YPG’ê yên li eniyên berxwedanê çalakî û xwepêşandanên çar parçeyên Kurdistanê silav kirin û ev peyam da: “Berxwedana me hêz dide me, em gelê xwe yê Başûr, Bakûr, Rojhilat û Ewropayê silav dikin. Em pişta xwe didin gelê xwe, me biryara serkeftinê daye.”

Ji eniyên berxwedanê bo çar parçeyên Kurdistanê peyam: Hêza gelê me têrî heye
24 ÇILE, 2026   11:53
HESEKÊ 

Şervanê QSD û YPG’ê yên li eniya gundê Til Barût ê li ser Hesekê û Reqayê têkildarî çalakiyên gel ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê didomin, peyamek bi dîmen dan. 

Peyama şervanan ku berxwedana gel silav dikin wiha ye:

“Em ji her çar parçeyên Kurdistanê re silavên xwe dişînin. Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê sînor ji holê rakir. Gelê me yê Ewropayê bi çalakî û manawiyata xwe moralek mezin da me. Gelê me yê Bakûrê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê Nisêbîn û Pirsusê çalakiyên mezin li dar xistin, em berxwedana wan silav dikin.

Berxwedana wan hêz dide me, li eniyên şer ne zivistan, ne serma ji bo me nabe astengî, maneviyata gelê me têrî me dike.

Heta ku gelê me li pişt me be, dijmin kî dibe bila bibe, emê wan têk bibin. Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin li ser gelê me komkujiyan pêk bînin, lê çi dibe bila bibe em destura viya nadin.

Em careke din gelê xwe yê Başûr, gelê Silêmanî, Hewlêr û Zaxo silav dikin. hebûna we ji bo me maneviyatek mezin e. Me biryara serkeftinê daye. Em ji gelê xwe re serkeftinê dixwazin. Ji bilî berxwedan û serkeftinê rêyek din nîn e.  Em pişta xwe didin gelê xwe, hêza gelê me têrî me heye.

(ekip)

ANHA