Şopên êrişa benda ewlehiyê ya Reqayê

Ajansa me şopên êrişa şaneyên çeteyên DAIŞˋê li dijî benda Zanîngehê ya li gundewarê başûrê bajarê Reqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belge kirin.

Şopên êrişa benda ewlehiyê ya Reqayê
18 kanûn, 2024   16:19
REQA

4 êrişkaran êrişî benda ewlehiyê "benda Zanîngehê" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Kîsra yê başûrê Reqayê kir. Di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn, 2 endam û sivîlek jî birîndar bûn. 

Der barê mijarê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku 4 çeteyên ji şaneyên rêxitsina terorîst a DAIŞˋê saet 6ˋê êvara sêşema (17ˋê Kanûn) bi motorsikêltan êrişî benda Zanîngehê ya li herêma Kîsra ya li başûrê bajarê Reqayê kir.

Ajansa me navên hin endamên di êrişa terorane de şehîd bûne û birîndar bûne girtin; Merwan Mihemed gule di çav û lingê xwe de xwar û yekser şehîd bû, Mihemed Mûsa El hesen gule di serê xwe de xwar û şehîd bû û Elî Remedan di zik û lingê xwe de gule xwar û birîndar bûn.

Rêveberiya ewlehiya bendên kontrolê li Reqayê Sozan Hesen diyar kiribû ku lêkolînên der barê êrişî de tên kirin da ku bigihînin wê şaneyê.

(fr)

ANHA