Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo zarokên şehîdan, kursên perwerdeyê yên havînê dan destpêkirin.

Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan kursên havînê hatin vekirin
12 tîrmeh, 2025   13:00
HELEB

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê, bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê, ji bo zarokên şehîdan kursên perwerdeyê yên demsala havînê vekirin. Kurs dê mehekê bidomin.

Di kursan de, ji bo zarokên şehîdan ên li dibistanên seretayî dersên zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û bîrkariyê tên dayîn.

Nêzîkî 100 xwendekar tev li van kursan bûne. Ji bo kursan mamosteyên pispor hatine erkdarkirin. Dema kursan jî her roj ji saet 09.00’an heta 12.00`an e.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Delal Mihemed diyar kir ku armanca sereke ya destpêkirina van kursan ew e ku alîkariya zarokan bikin da ku tiştên li dibistanê xwendine dîsa lê vegerin û asta fêrbûna wan bi pêş bikeve. Delalê her wiha da zanîn ku ew ê hewl bidin, ji xwendekarên dibistanên navîn re jî kursan vekin.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê par jî ji bo xwendekaran kursên havînê vekiribûn.

(k)