Ji bo xurtkirina aboriya jinan li Reqayê projek tê vekirin
Ezîze El Utbe hewl dide bi taybet jinên tundî li wan hatiye kirin û jinên astengdar fêrî şêwekarî û pîşeyan bike, da ku ew bi xwe bawer bin û aboriya xwe xurt bikin.
Ezîze El Utbe ji gelek salan ve şêwekariyê dike û pê debara jiyana xwe û ya 4 zarokên xwe dike. Bi vî awayî Ezîze debara xwe dike.
Daxwazeke Ezîzeyê heye, ew jî jinan û bi taybet ên pirsgirêkên wan ên malbatî hene, tundî lê hatiye kirin û yên astengdar, fêrî şêwekariyê bike.
Ezîze (42) ji Reqayê ye û di dema kontrolkirina DAIŞ'ê de tevî malbata xwe koçberî Hemayê bûye. Piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ew di 2018'an de vegeriya Reqayê û di dawiya 2023'yan de piştî ku rewşa jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên wan ên di bin siya Rêveberiya Xweser de dîtin, bi temamî li bajêr bi cih bû.
Ezîze El Utbe wiha got: "Sedema ku min jinên tundî lê hatiye kirin û xwediyên pêdiviyên taybet hilbijartine, ew e ku ez êşa wan nas dikim û dixwazim alîkariya wan bikim da ku baweriya wan bi wan vegerînim. Ew jiyaneke nû dest pê bikin û bi rêya projeyekê pişta xwe bidin xwe."
Ezîze wiha domand: "Bi rêya vê projeya amade, madeyên sereke ji bo şêwekariyê hatin peydakirin û rêbazên guncaw ji bo fêrkirina wênesazî, neqişandina li ser text, dîzaynkirina cil û bergan û neqişandina li ser wan hatin dîtin. Her wiha dê alîkariya derûnî ji bo wan bê dayîn da ku di aliyên kesayetî û pîşeyî de xurttir bibin û bi baweriyeke mezin nêzîkî hemû karan bibin."
Ezîzeyê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku bi xwe bawer bin.
(mh)
ANHA