Temenê wî biçûk e lê hêviyên wî mezin in

Salar Omerî ji amûrên kehrebeyê peykerên biçûk çêdike û hêvî dike ku bibe dahêner.

Temenê wî biçûk e lê hêviyên wî mezin in
13 nîsan 2024   06:17
HESEKÊ

Salar Omerî ê 14 salî, ji navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê ye. Hêvî dike ku bibe dahênerekî navdar û tiştên pêwîst ji civaka xwe re biafirîne.

Ji 7 saliya xwe ve Salar peykerên biçûk ên patozan, erebeyan û amûrên kehrebeyê çêdikirin.

Peykerên xwe ji karton û plastîkan çêdike û her wiha dixebitin. Salar, carekê bermahiyên plastîk ên biçûk kom kirin û jê têkilkerek fêkiyan çêkir. Her wiha ji parçeyek plastîk û jeneratorên kehrebeyê yên biçûk, fanek çêkir.

Sedemên hiştine Salar wisa afirîner be, dê û bavê wî ne. Lê teşwîqkirin têrê nake, ji ber ku alavên pêwîst ji Salar re kêm in. Salarê biçûk hêvî dike di siberojekê de bibe dahênerek û amûrên nû çêke.

Li gelî nebûna piştgiriyê û teşwîqê ji aliyên têkildar ve jî Salar mînaka gelek zarokan e ku siberojeke geş hêvî dikin.

(şx)

ANHA