Ji bo şehîd Salih Muslim taziye tên qebûlkirin

Li Kobanê sersaxiya ji malbata şehîd Salih Muslim re di roja duyemîn de dewam dike.

Ji bo şehîd Salih Muslim taziye tên qebûlkirin
13 adar, 2026   13:06
KOBANÊ

Şêniyên bajar û gundewarên Kobanê, endamên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl sersaxiya ji malbata endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê şehîd Salih Muslim re di roja duyemîn de didomînin.

Konê sersaxiyê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hatiye vedan.

Li Qamişloyê merasîma oxirkirinê ya şehîd Salih Muslim re hat lidarxistin û cenazeyê wî ber bi Kobanê ve hat birêkirin. Li Kobanê dê merasîma definkirina cenaze were lidarxistin.

(bb)

ANHA