Di êrişên DYA-Îsraîlê de hejmara kuştiyan bû hezar û 286

HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li ser Îranê de 10 sivîlên din hatine kuştin û hejmara giştî ya kuştiyan bûye hezar û 286.

Di êrişên DYA-Îsraîlê de hejmara kuştiyan bû hezar û 286
13 adar, 2026   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav kir.

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û DYA’yê li ser 15 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 312 êriş li hember 35 baregehên Artêşa Pasdaran, navendên hêzên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomê yên Îranê pêk anîne.

Di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 10 welatiyên sivîl hatine kuştin û 91 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. HRANA destnîşan kir ku piraniya êrişan li ser bajarên Tehran, Sine, Îsfehan û Elbûrz hatine pêkanîn.

Li gorî HRANA’yê ji destpêka êrişên Îsraîl û DYA’yê ve, hezar û 286 welatiyên sivîl hatine kuştin ku ji wan 205 zarok in.