Hevgirtina çandan: Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk
Beşdarên Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk got gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîras, çand û hevgirtina xwe ya xurt parastine.
Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” 2 rojan li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê li dar ket.
Têkilkdarî festîvalê û girîngiya wê, endamê komîteya amadekar a festîvalê Keder Hisên ji ANHA′yê re axivî. Keder Hisên got festîval peyamek e ku “proje û çanda neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin.”
Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî ya Kantona Hesekê Mîgirîk Mîxaîliyan jî anî ziman; di navbera pêkhateyên herêmê de gelek tişt wekî cil û berg, ziman, adet û rihê neteweyê dişibin hev û got ev hemû di festîvalê de diyar bûn.
‘FESTÎVALÊ HEVGIRTINA PÊKHATEYAN NÎŞAN DA’
Cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê Marya Eho jî diyar kir ku beşdarbûna tevahî pêkhateyên bi cil û bergên xwe yên neteweyî hevgirtina wan nîşan dide û wiha domand: “Pêkhateyan di festîvalê de çand, ziman, urf û adetên xwe bi hev dan nasandin.”
Marya Eho destnîşan kir ku Festîvala Neteweya Demokratîk peyama “gelên herêmê hevgirtî ne” da.
Marya Eho her wiha got: "Me ji bo êrişkaran û tevahî kesên ku dixwazin nasnameya me biçewisînin û erdnîgariya herêmên me biguherin, da xuyakirin ku gelên herêmê hevgirtî ne û ruxmî ku çand, huner û adetên me ji hev cuda ne jî, lê em xwişk û bira ne."
Hunermend Teleb El Nazir ê ji pêkhateyê Ereb got, Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn gel hev û mîraseya wan di bin sîwanekê de kom kir.
Teleb El Nazir diyar kir ku festîvalê îsbat kir ku pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna bi mîras û çanda xwe ya madî û manewî ve girêdayî ne.
(bb)
ANHA