Fransa, Spanya û Kanadayê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

Fransa, Spanya û Kanadayê  tevî dilgiraniya welatên xwe ya li ser rewşa Nêrgiz Mihemedî, daxwaza dermankirina bijîşkî ya bilez û azadkirina wê ya bêşert dikin.

Fransa, Spanya û Kanadayê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
9 gulan, 2026   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Nêrgiz Mihemedî, der barê helwesta welatan a li ser rewşa girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Spanyayê balyozê Îranê bang kiriye da ku dilgiraniya welatê xwe ya li ser jiyana Nêrgiz Mihemedî bîne ziman û daxwaza azadkirina wê ya bilez kiriye.

Her wiha hat destnîşankirin ku hikûmeta Fransayê berpirsyariya jiyana Nêrgizê xistiye ser milê desthilatdarên Îranê û daxwaz kiriye ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo başbûna wê werin girtin.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê jî li ser rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî hişyarî daye.

Hêjayî gotinê ye ku di 1’ê Gulanê de, Nêrgiz Mihemedî li girtîgeha Zencanê piştî ku du caran ji hişê xwe çû, krîza dil derbas kir û bi lez rakirin nexweşxaneyeke Zencanê.

Roja 5’ê Gulanê jî, parêzera Nêrgiz Mihemedî, Şîrîn Erdekanî ragihandibû ku jiyana Nêrgiz Mihemedî di metirsiyeke mezin de ye.