Ji bo parastina zeviyan ji şewatê tedbîr hatin girtin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giyayên li kêleka rêyan derman kirin da ku zeviyên çandiniyê ji şewatê biparêze.
Di çarçoveya plansaziya Gerînendetiya Parastina Giyayan a Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Cizîrê de û bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatê gerînendetiyê giyayên rêyên sereke û nesereke derman kirin da ku ew giya hişk bibin û şewat negihîje zeviyan.
Komîte li 17 navçe û bajarên kantona Cizîrê hatin avakirin. Ev komîte rûbera rêyan û rêjeya dermên dijimêre û xebatê dişopînin.
Hevserokê gerînendetiyê Sozdar Biro ji ajansa me re got: "Ev xebat di çarçoveya plansaziya gerînendetiyê de bû. Armanc jê parastina zeviyan ji şewatê ye. Ew jî yek ji planên awarte yên mewsima çandiniyê ye."
Biro destnîşan kir ku gerînendetî dê 4 hezar lître derman li komîteyan belav bike ku li rûbera 12 hezar donim li kêleka rêyên sereke û nesereke yên kantonê bixin.
Xebatên dermankirinê li navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê dest pê kir û di rojên bê de dê li hemû navçeyên din bidome.
(mh)
ANHA