Ji bo mafê hêviyê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna mafê hêviyê ji Rêber Abdullah Ocalan re, nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Dê Komîteya Wezîran di navbera 9-11’ê Hezîranê de bicive.

Ji bo mafê hêviyê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin
3 hezîran, 2026   15:32
QAMIŞLO

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna mafê hêviyê ji Rêber Abdullah Ocalan re nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. 

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 15-17’ê Îlona 2025’an de mijara mafê hêviyê ya Rêber Abdullah Ocalan xistibû rojeva xwe û ji bo pêkanîna mafê hêviyê heta Hezîrana 2026’an wext dabû dewleta Tirk. Dewleta Tirk heta niha tu gav neavêtine.

Dê Komîteya Wezîran di 9-11’ê Hezîranê de bicive û ji bo mijara mafê hêviyê ya Rêber Abdullah Ocalan bixin rojeva xwe Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 9’ê Nîsanê (2026) daxwazname dabû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.

Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur diyar kir ku wan bal kişandiye ser mafê hêviyê û wiha axivî: “Me daxwaz kir ku Komîteya Wezîran, zextê li Tirkiyeyê bike da ku Tirkiye gavan biavêje. Mafê hêviyê û azadiya Rêber Apo pêk bê, da ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd biçe serî.”

(bî)

ANHA