Ji bo koçberan bangawaziya alîkariyê

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ji bo koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û herêmên din ên Sûriyeyê banga piştevaniyê kir.

Ji bo koçberan bangawaziya alîkariyê
3 kanûn, 2024   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û herêmên din ên Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk di daxuyaniyê de banga lezgîn li tevahî beşên civakê, yekitiyên pîşesazî, tenduristî û hiqûqî kir ku bi maseyên krîzan re tev kar bin û piştgiriyê bidin koçberan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aloziya heyî xebateke herêmî, civakî û navneteweyî pêwîst dike. Bang li rêxistinên navneteweyî û sûriyeyên li derveyî welat hate kirin desteka madî û manewî pêşkêşî koçberan bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Werin em bi hev re bi hevgirtin û piştevaniyê vê rewşa zehmet derbas bikin."

(bb)

ANHA