Serokê PDK'ê der barê êrişa li ser Hewlêrê de daxuyanî da

Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî êrişa li ser Hewlêrê wek "lûtkeya tawanbarî û zilmeke mezin'' bi nav kir.

Serokê PDK'ê der barê êrişa li ser Hewlêrê de daxuyanî da
7 nîsan, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî der barê êrişa duh bi şev a Îranê ya li ser gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê de ku di encamê de sivîl bûne qurbanî, peyamek da.

Mesûd Barzanî êriş wek "lûtkeya tawanbarî û zilmeke mezin" bi nav kir û got: "Welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî tu hincetê dibin armanca kîneke kor. Şehîdbûna wan her du welatiyên bêguneh dilê me hemûyan bi êş û xeman dagirt. Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên her du şehîdan re dixwazin. Xwedayê mezin wan bi bihûşta xwe şad bike. Şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê tu serbilindiyê bi xwe re nayne.

Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş, êrişkar û dronan biheztir e û tu carî naşikê. Gelê Kurdistanê pişta xwe bi Xwedê û rewatiya doza xwe ve girê daye.”