Ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan kampanyaya hashtagê

Ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan wê îşev kampanyaya hashtagê  were destpêkirin.

Ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan kampanyaya hashtagê
24 cotmeh 2023   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 31′ê ya şehadeta fermandar Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ku dikeve 25′ê Cotmehê, dê îşev kampanyaya hashtagê  were destpêkirin. Ji bo tevlêbûna kampanyayê bang hat kirin.

Piştî çekdarên PDK′ê fermandar Bêrîtan Hêvî dorpêç kir, fermandar di 25′ê Cotmeha 1992′yan de li dijî xayîn û dagirkerên Kurdistanê çalakiyeke fedaî kir, xwe ji bilindahiya zinarê li çiyayên Xakurkê avêt xwarê û ′Na ji xiyanetê re′ qêriya.

Li gorî agahiyên ku çalakgerên jin ji ANHA′yê re parve kirine, kampanyaya hashtagê dê îşev saet di 20:00′an de li gorî dema Qamişloyê dest pê dike.

(fr)