Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn

Bi dehan xelkê Kobanê, hunermend û rewşenbîr hunermend Beytocan di çilrojiya wefata wî de bi bîr anî.

Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn
Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn
Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn
Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn
Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn
Li Kobanê çilrojiya Beycotan hate bibîranîn
24 cotmeh 2023   15:51
KOBANÊ

Yekitiya Hunermendan a Kobanê bi serperştiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê ji bo bîranîna çilrojiya hunermendê Kurd ê nemir Beytocan merasîmek li li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar xist.

Di merasîmê de bi dehan siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend beşdar bûn û sînevîzyone li jiyana wî û rêveçûna wî ya hunerî hate pêşkêşkirin.

Dûre gelek hunermendan ji nav Sadon Kobanê û Ezîz Kekdar stranên hunermend Beycotan gotin.

Beytocan, piştî êşên bi nexweşiya penceşêrê re li nexweşxaneyeke Swêdayê di 12′yê Îonê de wefat kir.

Beytocan 4 album derxistin û albuma wî ya bi navê ′Yan mirin yan Diyar Bekir′ li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Di hevdîtinekê beriya wefata wî de Beytocan diyar kiribû ku ew di rewşên pir zehmet de xebatên xwe yên hunerî dike.

Beytocan di 1955′an de li navçeya Farqîn a Amedê de hate dine, di darbeya leşkerî ya 12′yê Îlonê de ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve hate girtin û cezayê 15 salan lê hate birîn. Lê 6 salan di girtîgehê de ma û di 1987′an de hate berdan.

(fr)

ANHA