‘ji bo azadiya Nergîs Muhemedî helwesta xwe nîşan bidin’

Komîteya Stratejî ya Hevpeymana Navneteweyî ya ‘Azadî Nergîs’ bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya Nergîs Muhemedî helwesta xwe nîşan bidin.

‘ji bo azadiya Nergîs Muhemedî helwesta xwe nîşan bidin’
21 îlon, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Stratejî ya Hevpeymana Navneteweyî ya ‘Azadî Nergîs’ der barê rewşa tenduristiyê ya Nergîs Muhemedî de daxuyaniyek belav kir.

Di Daxuyaniyê de wiha wiha hat gotin: “Em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin, demek ji ya din zûtir ji bo azadiya Nergîs Muhemedî ku rewşa tenduristiya wê ne baş e, helwesta xwe nîşan bidin. Nexweşiya dil ya Nergîs Muhemedî heye û vê dawiyê pêwîstiya wê bi tedawî û çavdêriyê heye.”

Hêjayî gotinê ye ku tê payîn di navbera 25-31’ê Îlonê de 70’emîn civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêk bê. Biryare serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî tevlî civînê bibe

Emerîka û Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) jî piştgiriya Komîteya Stratejî ya Hevpeymana Navneteweyî ya ‘Azadî Nergîs’ dikin.

Çalakvana mafên mirovan Nergîs Muhemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, di mijdara 2023’yan de xelata Nobelê ya aştiyê girt.