Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet

Gelê kantona Firatê bi merasîmeke biheybet şehîd Baran Kobanê oxir kir û şehîd Nêrgiz Dilda û Hesen Ebdo Nasir bi bîr anîn.

Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
Ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmeke biheybet
8 gulan, 2025   14:12
KOBANÊ

Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Baran Kobanê (Şiyar El Bekirî) ku 7’ê Gulanê li Hesekê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheyet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat veşartin. Di merasîmê de şervana YPJ`ê Nêrgiz Dilda Welat (Edila Ehemd) ku li Minbicê di 9`ê Kanûna 2024’an de şehîd bûbû û endamê TEV-DEM’ê Hesen Ebod Nasir ê 10`ê Kanûna 2024`an li Minbic şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Merasîm bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Firatê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Qinê Sûad Şêx Demir axivî û got: “Em çi qas li ser şehîdan biaxivin em nikarin heqê wan bidin. Keda ku şehîdan ji bo me daye ne hêsan bû. Şehîdan bi xwîna xwe jiyanek ji me re afirand. Em jî soz didin ku em ê li ser xeta şehîdan berdewam bikin ta azadiyê bi dest bixin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Elî jî axivî û anî ziman ku şehîdan her tişt ji bo gelê xwe kir û got: “Vî gelî bi şerê gel ê şoreşgerî li Bendava Tişrînê li ber xwe da. Li bendavê gel û şervan bûne yek, bi saya wan em li vir in û me serkeftinên dîrokî qezenc kirin, ne mimkun e ku êdî em gavan şûnde biavêjin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Baran Kobanê bi berzkirina dirûşman hat definkirin.

(mm/bb)

ANHA