Karmendên li Reqayê daxwaza dayîna mûçeyên xwe kir

Karmendên entegrekirî yên ku di Desteya Av û Paqijiyê, Rêveberiya Tenduristiyê û meclisên şaredariyê yên li Parêzgeha Reqayê û gundewarê wê de dixebitin, bangek lezgîn ji parêzgarê Reqayê û rayedarên peywendîdar re şandine û daxwaza dayîna mûçeyên xwe kirine, ku ev zêdetirî 5 mehan e hatine paşxistin.

Karmendên li Reqayê daxwaza dayîna mûçeyên xwe kir
7 mijdar, 2026   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di banga xwe de, karmendan diyar kirin ku ew di rewşek xirab a darayî û jiyanê de dijîn ji ber ku zêdetirî 6 mehan mûçeyên xwe wernegirtine.

karmendan destnîşan kirin ku rewşa wan a kar ne diyar e,  ji ber ku peymanên fermî yên ku mafên wan biparêzin nehatine çêkirin.

karmendan daxwaza zelalkirina rewşa xwe ya îdarî û qanûnî kirin. Her wiha diyar kirin ku daxwazên wan ew e ku mûçeyên xwe wergirtin û peymanên wan ên kar werin sazkirin.

(k)

ANHA