Ji ber ku herêmên wan ne ewle ne koçber naxwazin vegerin

Koçberên li kampên kantona Tebqayê, tevî kampanyaya vegera dilxwazî jî, naxwazin vegerin deverên xwe. Koçber dibêjin ​​​​herêmên wan wêran bûne û ji ber mayinan û teqemeniyan ne ewle ne.

Ji ber ku herêmên wan ne ewle ne koçber naxwazin vegerin
Ji ber ku herêmên wan ne ewle ne koçber naxwazin vegerin
Ji ber ku herêmên wan ne ewle ne koçber naxwazin vegerin
Ji ber ku herêmên wan ne ewle ne koçber naxwazin vegerin
21 îlon, 2025   05:05
TEBQA

Gelek koçberên li kampên kantona Tebqayê, tevî kampanyaya vegera dilxwazî ​​​​ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat destpêkirin jî, naxwazin niha vegerin deverên hundirê Sûriyeyê ku jê koçber bûne. Li gorî koçberan deverên wan hîna wêran in û ji ber hebûna mayînan û bermahiyên şer ne ewle ne.

Hinek koçberên li kampa Mehmûdlî diyar kir ku wan xwest ku vegerin herêmên xwe, lê ew poşman bûn, ji ber wan dît ku malên wan wêran bûne û binesaziya gund û bajarên wan wan kêm e. Her wiha pir mayînên ku salên şer de hatine çandin li wan deveran mane.

 Neşmî El Riheyil, koçberekî ji Hemayê ye, got: "Em bi salan e li vir in. Piştî hilweşîna rejîmê, hin ji xelkê me vegeriyan gundên xwe, lê wan dît ku malên wan wêran bûne. Malbata yekem ku vegeriya gundê me, mayînek bi wan de teqiya û xortek û pezê wî mirin.”

Hin koçberên din jî destnîşan kir ku nebûna ewlehiyê û zêdebûna çeteyan, diz û rêbiran, nemaze bi şevê de, hiştiye ku vegera hema hema ne pêkan be, ji ber ku herêm heta niha bi tevahî vala ye.

Ehmed El Selûm, koçberekî ji Humsê ye, behsa şert û mercên li herêma xwe kir û got: "Welatê me wêran bûye, û ewlehî an jî pêdiviyên bingehîn ên jiyanê tune ne. Ji ber vê yekê, em dixwazin li vir bimînin, li cihê ku ewlehî û xizmet lê hene. Her çend piştgirî kêm be jî, lê ji vegera welatê me, li cihê ku xizmet an ewlehî tune ye, pir çêtir e.”

Koçberên li kampa Tiwêhna jî heman zehmetiyan dikşînin. Hin ji wan çûne, hinên din jî xwestin li kampê bimînin, ji ber nebûna ewlehiyê û belavbûna mayînan û komên çekdar.

Elî El Mihemed ê ji Humsê got: "Rewşa li deverên me pir xirab e. Xizmet û ewlehî tune ye. Li çol û çiyayan komên çekdar hene. Em nizanin ew girêdayî kê ne. Em gelek caran nûçeyan dibhîsin ku hin kesên ku em wan nas dikin bi destê çekdaran an jî bi teqîna mayînan hatine kuştin.”

Hevserokê kampa El Mehmûdlî Ebdilrehîm El Wawî, ji ajansa me re diyar kir ku rêveberiya kampê li ser daxwaza Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran û bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di 26`ê Tebaxê de kampanyayek vegera dilxwazî ​​​​da destpêkirin.

Li gorî El Wawî karwanê yekem, ku ji 10 malbatan pêk dihat, ber bi gundewarên Hums û Dêrazorê ve hate şandin.

El Wawî got ku li kampê niha hezar û 162 malbat dijîn, gelek ji wan ji ber sedemên ewlehî û kêmbûna derfetên jiyanê naxwazin vegerin herêmên xwe yên resen.

(k)

ANHA