Pêkhateyên Til Temirê: Nenavendîbûna demokratîk nêzîkî hêviyên gelê Sûriyeyê ye

Kesayetên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên li bajarê Til Temrê diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk çareseriya siyasî ya herî nêzîkî hêviyên sûriyeyiyan e.

Pêkhateyên Til Temirê: Nenavendîbûna demokratîk nêzîkî hêviyên gelê Sûriyeyê ye
21 îlon, 2025   05:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di nava derdorên siyasî û civakî yên Sûriyeyê de gotûbêjên li ser siberoja welêt dewam dikin. Di van gotûbêjan de nenavendîbûna demokratîk wek alternatîfek ji bo pergala navendî de derdikeve pêş.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê vebijêrka navendî hilbijartiya û dixwaze li ser gelê Sûriyeyê ferz bike, lê kesayetiyên ji civakên Kurd, Ereb û Suryan ên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê da zanîn nenavendîbûn çareseriya siyasî ya herî nêzîkî hêviyên gelên Sûriyeyê ye.

SURYANAN ÇI GOT?

Meryem Bêto Sulaqa, şêniyeke ji pêkhateya Suryan a bajarê Til Temirê ye, diyar kir ku nenavendîbûn hêviya parastina pirrengiya Sûriyeyê ye û got: "Em civaka Suryan-Aşûrî, li garantiyên rastîn ji bo mafên xwe yên çandî, olî û siyasî digerin. Ezmûnên berê îspat kiriye ku navendîbûn kêmneteweyan paşguh dike, lê nenavendîbûna demokratîk deriyê beşdariya hevseng vedike û cihêrengiya Sûriyeyê diparêze.”

Meryemê wiha berdewam kir: "Hikumeta veguhêz a li Şamê bi li navendîbûnê şaşiyên berê dubare dike, lê rewşa heyî hewce dike pergalek were avakirin ku taybetmendîyan li ber çavan digire û demokrasiyê ava dike ku her kesî hest bike ku ew hevparên welat in.”

NÊRÎNA KURDAN: NENAVENDÎBÛN GARANTIYA MAFAN E

Ebdulkerîm Ebdo welatiyekî Kurd ê ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî koçber bûye û li bajarê Til Temirê dijî, da zanîn ku nenavendîbûn êdî ne vebijêrkek e, pêdivîyek e. Ebdo wiha dewam kir: "Nenavendîbûn dihêle ku her civak kar û barên xwe li gorî taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî, di çarçoveyek neteweyî ya berfireh de bi rê ve bibe. Ezmûnên berê yên navendîbûnê têk çûn, ji ber ku ew bûne sedema paşguhkirin û bêparkirina gelê Kurd. Îro, em dibînin ku çareseriyek demokratîk û nenavendî garantiya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk e.”

Ebdo diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ku dikare li tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn, ji ber ku vê ezmûnê îspat kiriye ku meclis û komîn dikarin kar û barên gel bi rê ve bibin.

JI PÊKHATEYA EREB: EM DIXWAZIN HEVPARÊN BIRYARDANÊ BIN

Senaa Abûd El Hemûd ji pêkhateya Ereb e, da zanîn ku navendîbûnê ne tenê gelê Kurd, hemû civak bê bandor kiriye û heta rola gelê Ereb di biryardayîna siyasî de pûç kiribû. Senaa wiha got: "Em beşdariyeke dadperwer di biryardanê de dixwazin û nenavendîbûn vê yekê diparêze.”

Senaa wiha dewam kir: "Divê nanevendîbûn bibe çarçoveya rêveberiyeke dadmend di nav sînorên dewleteke yekgirtî de.  Em Sûriyeyek bihêz dixwazin, ne navendîbûnek teng. "

Senaa di dawiya gotinên xwe de helwesta hikumeta veguhêz a li Şamê rexne kir û destnîşan kir ku israrkirina li ser navendîbûnê tê wateya berdewamiya heman şaşiyên ku Sûriye gihandiiye vê rewşa hîlweşînê.

(k)

ANHA