‘Ji ber ku dîlgirtî ji malbatên xwe dûr in kêfxweşiya cejnê kêm e’

Şêniyên herêma Aliyan cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir ku ji ber dîlgirtî ji malbatên xwe dûr in, kêfxweşiya cejnê kêm e.

‘Ji ber ku dîlgirtî ji malbatên xwe dûr in kêfxweşiya cejnê kêm e’
‘Ji ber ku dîlgirtî ji malbatên xwe dûr in kêfxweşiya cejnê kêm e’
‘Ji ber ku dîlgirtî ji malbatên xwe dûr in kêfxweşiya cejnê kêm e’
‘Ji ber ku dîlgirtî ji malbatên xwe dûr in kêfxweşiya cejnê kêm e’
20 adar, 2026   13:59
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên herêma Aliyan a herêma Cizîrê hêviyên xwe yên ji cejna Remezanê anîn ziman.

Rêzan Yûsif cejna Remezanê li malbatên şehîdan, dîlgirtiyan û gelê Kurd û tevahî gelan, şervanên YPG, YPJ û Asayîşê pîroz kir û anî ziman ku cejn kêfxweşî û hêvî ne. Yûsif hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka ewlehî û aştiyê û kêfxweşî bi berdana tevahî dîlgirtiyan temam bibe.

Ebdî Îsmaîl jî cejna Remezanê li malbatên şehîdan, malbatên dîlgirtiyan û tevahî gelên Rojava û ometa îslamê pîroz kir. Îsmaîl da zanîn ku cejn munasebeta kêfxweş û nêzîkbûna di navbera hezkirî û kesûkaran de ye. Her wiha got, ji ber ku gelek malbat li benda zarokên xwe yên dîlgirtî di girtîgehên hikumeta demkî de ne, kêfxweşiya cejnê kêm e.

Ebdî Îsmaîl diyar kir ku cejn wê bi rizgarkirina dîlgirtiyan li malbatên xwe temam bibe û hêvî kir ku ewlehî, istiqrar û yekitiya neteweyî pêk werin û cejn bibe destpêkeke nû ya pêkanîna aştiyê û bidawîbûna êşan.

Suhêla Şemo jî cejna Remezanê li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, dîlgirtiyan, şervanên li çeperên şer, gazî û tevahî gelên herêmê pîroz kir. Suhêla Şemo anî ziman ku ew bi hêvî ne kêfxweşî û aramî li Rojava pêk were û got ev cejn ne tenê minasebeteke olî ye, lê derfeta nûjenkirina hêviyên ber siberojeke guncaw e.

Sulêlayê diyar kir ku kêfxweşiya cejnê ji ber hin dîlgirtî dûrî malbatên xwe ne, temam nebûye û hêvî kir ku di vê cejnê de hemû dîlgirtî werin berdan û kêfxweşî bikeve dilê malbatên wan û tevahî gel, her wiha hêvî kir ku cejn bibe destpêka guhertina rasteqîn, pêvajoyeke nû ya ewlehî û kêfxweşiyê û cejnên bê bi dilxweşî pîroz bikin.

(bb)

ANHA