Ji 3 bajaran gel ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantonên Reqa, Tebaqa û Dêrazorê karwanekî din ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibe, ber bi bendavê ve bi rê ket.
Li Bendava Tişrînê çalakiya parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike.
Ji kantonên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê vê sibehê gel ji bo çalakiya nobetê dewr bigire ber bi Bendavê Tişrînê ve bi rê ket.
Karwanên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê dê li bajarê Mehmûdî yê li bakurê rojavayê Reqayê bigihêjin hev û bi hev re berê xwê bidin bendavê.
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê ji êrişên û daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên çalakiya nobetê bi rêxistin dikin.
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi biryardarî dewam dike.
(bb)
ANHA