Çalakvanên Fransî bi Kongra Star re civiyan

Kongra Star di civîna xwe ya li gel çalakvanên Fransî de ezmûna jinên li herêmê vegot.

Çalakvanên Fransî bi Kongra Star re civiyan
21 nîsan, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Fransî ku ji jinên çalakvanên mafên jinan pêk tê, bi armanca ku ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve nas bike, serdana Komîteya Têkilî û Peymanên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star a li bajarê Qamişloyê kir. Ev serdan di çarçoveya vexwendinên ku Kongra Star ji şandeyên navneteweyî yên têkildarî pirsigrêkên jinan û rêxistinên civakî re şandibûn, hat kirin.

Endamên Kongra Star ji şandeyê re mekanîzmaya rêxistinên jinan ên li Rojava, rêbazên xweparastina civakî û parastina jinan nirxandin. Endamên Kongra Star her wiha rêbazên çareserkirina pirsgirêkan, rola jinan di hemû saziyan de û wekheviya zayendî ya di rêvebirinê de agahdar kir.

Endamên şandeyê hevdîtina bi Kongra Star re girîng nirxand û diyar kirin ku divê ezmûna dewlemend a li herêmên xwe bi civakên xwe re parve bikin da ku xebata jinan û rola wan di jiyana siyasî û civakê de bi pêş bixin.

(bb)