Îstîxbarata Iraqê li Sûriyeyê şebekeyeke narkotîkê girt

Dezgeha Îstîxbarata Iraqê ragihand ku li Sûriyeyê şebeyeke navneteweyî ya narkotîkê girtiye.

Îstîxbarata Iraqê li Sûriyeyê şebekeyeke narkotîkê girt
10 sibat, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Sûriyeyê şebeyeke navneteweyî ya narkotîkê girtiye û 200 hezar hebên hişbir ên pê re desteser kirine.

Di daxuyaniya dezgehê de hate gotin: "Piştî komkirina agahiyên îstîxbaratî yên zelal û şopandineke domdar a li çend welatên herêmê de, operasyonek bi tevkariya desthilata ewlehiyê ya Sûriyeyê pêk hat. Di operasyonê de 5 kes hatin girtin ku plan dikir miqdareke mezin a madeyên hişbir derbasî Iraqê bikin. Her wiha zêdetirî 200 hezar hebên hişbir hatin desteserkirin."

(bb)