Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê bendên kontrolê danîn

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê bendên kontrolê yên demkî danîn û tevgera erebeyan asteng kir.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê bendên kontrolê danîn
10 sibat, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên leşkerî yên Îsraîlê li başûrê Quneytîrayê bendên demkî yên kontrolê li ser rêya bajarokê El Maleqa û Xedîr El Bustan danîn û tevgera erebeyan bi temamî sekinand.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên leşkerî li derdora rê belav bûn û keşf kirin.

Her wiha SOHR`ê duh agahî li ser malpera xwe belav kiribû ku hêzên Îsraîlê li bajarê Cabata El Xeşeb ê dikeve bakurê Quneytîrayê 3 ciwan girtine.

SOHR’ê da zanîn ku kiryarên hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê wek kolandina xendekan û lêkirina nuqteyên çavdêrîkirinê berdewam dikin û heyanî niha tu bertekên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li hember vê yekê çênebûne.