Îsraîlê ragihand ku Riyad El Xezawî hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê fermandarê Hêza Ridwan a girêdayî Hizbullah, Riyad El Xezawî kuşt.

Îsraîlê ragihand ku Riyad El Xezawî hat kuştin
4 mijdar, 2024   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê fermandarê Hêza Ridwan a girêdayî Hizbullah, Riyad El Xezawî li bajarokê Sultaniyê yê başûrê Lubnanê kuşt.

Di 30'ê Cotmeha borî de artêşa Îsraîlê kuştina cîgirê fermandarê Hêza Ridwan, Ehmed Şehdî di êrişeke hewayî de li Nebtiyê, ragihandibû.

Di 11'ê heman mehê de jî di êrişeke hewayî de fermandarê yekîneya moşekên dijî tankan a Hêza Ridwan, Xerîb El Şujai hatibû kuştin û di Îlona borî de fermandarê heman yekîneyê Îbrahîm Eqîl li başûrê Beyrûtê hatibû kuştin.

Hêza Redwan di 2006'an de piştî şerê Îsraîlê li Lubnanê hat damezirandin. Ji erkên wê yên sereke bikeve Îsraîlê bi taybet avahiyên niştecihbûnê li bakurê Îsraîlê.

(mh/fr)