Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê 2 kes kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di du rojên dawîn de li başûrê Lubnanê êriş pêk anîne û di encamê de herî kêm 2 kes hatine kuştin ku yek ji wan fermandarekî Hêza Ridwan a Hizbullahê ye.

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê 2 kes kuştin
8 tîrmeh, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku duh di êrişeke hewayî ya li dijî erebeyekê de li bajarokê Deir Kifa ê li başûrê Lubnanê fermandarekî Hêza Ridwan a Hizbullahê ê bi navê Elî Ebdulhesen Heyder, hatiye kuştin.

Berdevkê artêşê Avichay Adraee bi rêya platforma X’ê got Heyder “berpirsyarê planên li dijî welat û hêzên Îsraîlê" ye.

Adraee her wiha got çalakiyên wî "binpêkirineke aşkera ya rêkeftina di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye" ku wî hewl dida binesaziya Hizbullahê li başûrê welêt ji nû ve ava bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî duh ragihandibû ku êrişeke Îsraîlê ya li ser erebeyekê li Dêr Kîfayê û êrişeke li motorsîkletekê li Beyt Lifê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.