Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser astê herêmê yekemîn akademiya tenduristiyê vekir û dewreya xwe ya yekemîn dest pê kir.

Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir
Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir
Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir
Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir
Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir
Rêveberiya Xweser yekemîn akademiya tenduristiyê vekir
4 mijdar 2024   20:36
TEBQA

Bi merasîmekê li bajarê Tebqayê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekemîn akademiya tenduristiyê li ser asta Herêmê vekir.

Di merasîma vekirinê de hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cod El Mihemed axivî û got vekirina akademiyê peyameke xurt e û nîşan dide ew xwedî vîn in û li derfetên nû yên pêşxistinê digerin.

Cod diyar kir ku ew bi vê yekê destnîşan dikin ku hêvî di xebata komînal û îsrarê de ye.

Cod wiha gotina xwe bi dawî kir: "Vekirina akademiyê xala destpêkirina bernameya perwerdeyê bi hemû aliyên tenduristiya giştî, rêveberî û tenduristiya derûnî û mijarên din ên civakî û girîngiyên wê ne. Em bawer in ku dê di vê akademiyê de kesayetên pispor derkevin û xizmetî civaka xwe bikin."

Akademî bi navê dewreya şehîd Tekîn Goyî hat vekirin. Akademî li taxa yekemîn a Tebqayê li nêzî gola Firatê ye.

(fr)

ANHA