Îsraîlê gundewarên Quneytrayê bombebaran kir

Hêzên Îsraîlê bajarokê Kodna yê gundewarên başûrê Quneytrayê bombebaran kir.

Îsraîlê gundewarên Quneytrayê bombebaran kir
16 cotmeh, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîl îro bajarokê Kodna yê gundewarên başûrê Quneytrayê bombebaran kir. Her wiha roja çarşemê derdora Til El Ehmer topbaran kir.

Duh jî du wesayetên leşkerî yên hêzên Îsraîlê li derdora bajarokê El Kom El Ewset ê gundewarê Quneytrayê geriya û li rojavayê Derayê depoyeke ka û ji malekê jî beşek şewitand.

(np)