Peyama Kendavê û veguhertinên muxalefetê li Tirkiyeyê rojevên rojnameyan bû

Êrişên Amerka û Siûdiyê li Iraqê, helwesta Îranê ya Tengava Hurmizê û veguhertinên ku di muxalefeta Tirkiyeyê de rojevên rojnameyan bû

Peyama Kendavê û veguhertinên muxalefetê li Tirkiyeyê rojevên rojnameyan bû
30 tîrmeh, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Geşedanên ewlehî û siyasî yên li Kendav û Tirkiyeyê di rojnameyên Erebî de bûn rojeve, rojnameyan.  êrişên Siûdiyê li Iraqê, hesabên Îranê li Tengava Hurmizê û pêşeroja muxalefeta Tirkiyeyê bi avakirina partiyeke nû re derketê pêş.

PEYAMA ÊRIŞÊN SIÛDIYÊ

Rojnameya Independent a Erebî di weşana xwe de bal kişand ser êrişên hewayî yên Siûdiyê li dijî baregehên Heşd El Şeebî yên li Iraqê, piştî ku Bexdayê di danîna sînorekî ji van êrişan, ev êriş wekî bertek piştî hedefgirtina Siûdiyê û dewletên Kendavê hat wesifkirin.

Rojnameyê diyar kir ku derketina êrişan piştî ku gelek caran bi wesîleya dîplomasî û hewildanên çareseriyê yên dîtir, pêk hat.

Rojnameyê da zanîn ku Siûdiyê li gorî madeya 51`anji Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrişan mafê xwe yê rewa bikar anî, êrişên ku pêk tîne peyama ku hêza wan heye, lê ew istiqrarê dixwazin, lê heke rastî êrişan were ew ê bê bertek nemîne dide.

Rojnameya El Erebî ya Lundinî jî behsa redkirina Îran ji pêşinyara Umanê têkildarî Tengava Hurmizê û destnîşan kir ku ev dide diyarkirin ku Îran piştî çêbûna komara Îslamî girêdana wê bi tengavê re zêde bûye û ew ji bo xwe aliyeke esasî dibîne.

Hat destnîşan kirin ku îstratêjiya Îran di cihê wê yê endîngarî û alavên wê yên derketina li hemberî êrişan de ye. Pêşeroja ewlehiya Kendavê û Tengava Hurmizê girêdayî asta aliyên herêmî û navneteweyî ya ji bo avakirina rêxistineke ewlehî ya giştî ye, heke bi vî awayî nebe wê tengav her dem bimîne cihê cerbandina îradeyan û pêşbirka jeyopolîtîk.

CAREKE DIN NEXŞEYA MUXALEFETA TIRKIYEYÊ TÊ NEQIŞANDIN

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî dibîne ku derketina Ozgur Ozel ji CHP`ê û avakirina partiyeke nû re, temsîla veguhertineke nû di rewşa siyasî ya Tirkiyeyê dike, ev aloziya bingehîn a ku ev çend salin muxalefeta Tirkiyeyê jiyan dike û nahêle ku projeya wî ya siyasî ya yekbûyî li beramberî AKP`ê bê çêkirin, diteyisîne.

Hat diyarkirin ku ev gav nakokiyên rêxistinbûyînê derbas dike, ew bi armanca jinûvra avakirina muxalefetê nîşan dide. Ozgur Ozel ji bo ku rewabûnê bide projeya xwe ya siyasî ya nû, her wiha ji box we bike rêberê şêpela muxalefeta nû berê xwe da sembola dîrokî ya girêdayî Komara Tirkiyeyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku serketina vê projeyê girêdayî asta avakirina statuyek civakî û xîtaba siyasî yên ku dikarin bibin alternatîfeke heqîqî ji bo hikumetê. Heke ne bi vî awayî be, wê partiya nû jî bibe xeleke nû ji parçebûna heyî, ev parçebûn heta niha nikarîbû hevsengiya hêzan li Tirkiyeyê biguhere.

(sb)