Îsraîlê deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Lubnanê de bomebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê deriyê sînor ê Cermaş ê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir.

Îsraîlê deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Lubnanê de bomebaran kir
15 cotmeh, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, balafirên şerê ên Îsraîlê deriyê sînor ê Cermaş ê di navbera Sûriye û Lubnanê de  bombebaran kir. Her wiha diyar kir ku herêma Hewş Seyd a gundewarê başûrê rojavayê Humisê jî hatiye bombebarankirin.

SOHR ragihand ku artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 112 êriş (92 hewayî û 20 bejahî) li Sûriyeyê pêk anîne. Di encama van êrişann de 198 nuqte hatin wêrankirin, 257 kes hatin kuştin û 181 kes birîndar bûne.

(bb)