SOHR: Di rojekê de 14 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de jin û zarok jî di nav de herî kêm 14 kes hatin kuştin.

SOHR: Di rojekê de 14 kes hatin kuştin
22 adar, 2025   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de bi kêmanî 14 kes hatine kuştine.

Li gorî SOHR’ê, li gundê Yehmûr ê Tertûsê komên çekdar gule bi guleyan du ciwan qetil kirin. Li gundê Mesakin Celîn ê rojavayê Derayê jî ji ber nakokiyan pevçûn derket û di encamê de jinek hat qetilkirin.

SOHR’ê da zanîn ku li gundê Eyn El Erûs ê Laziqiyê jî ji malbatekê dê û bav û kurekî wan ji aliyê komeke çekdar ve hatin qetilkirin. Ciwanek ji taxa Wadî Deheb ku winda bibû cenazeyê wî  nexweşxaneya El Weir a Humisê hat ditin. Li ser cenazejî şopên guleyan hebûn.

Ji ber teqîna bermahiyên şer jî, li gundê Resim El Falih El Sanî yê rojhilatê Helebê ciwanek, li herêma Dozîrîn a gundewarê rojhilatê Hemayê bav û keça xwe ya 12 salî hatin kuştin. Li bajarê Xan Şeyxûn ê başûrê Idlibê jî zarokek, li bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê, li gundê Eyn Eşra yê rojhilatê Laziqyê û li gundê Tineb ê başûrê bajarê Ezazê jî 3 kes hatin kuştin.

(bb)