Îsraîlê 3 dîlgirtiyên jin ji Hemasê wergirtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê 3 dîlgirtiyên jin ên ku tevgera Hemasê li gorî peymana pevguherîna dîlgirtiyan berdane, wergirtin.

Îsraîlê 3 dîlgirtiyên jin ji Hemasê wergirtin
19 ÇILE, 2025   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê vê êvarê ragihand ku Îsraîlê 3 dîlgirtiyên jin ji Hemasê wergirtin.

Artêşê diyar kir ku dema ew her sê dîlgirtî bikevin Îsraîlê wê di lênêrna tibî re derbas bibin.

Navên her sê dîlgirtiyan wiha ne; Romy Gonen (24), Emily Damari (28) û Doron Shtanbar Khair (31).

(fr)

ANHA