Îsraîlê 2 cih li Şamê bombebaran kir

2 navend li Şamê hatin hedefgirtin di encamê de teqînên mezin çêbûn.

Îsraîlê 2 cih li Şamê bombebaran kir
17 adar, 2024   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê herêm kêm du navend li Şamê bombebaran kiriye. Yek jê barekî çekan di baregeheke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de ku Hizbullahê Lubnanî bi kar tîne û ya din li nêzî tugeya endezeyê ku di navbera Yebrûd û Nebkê li çiyayê Qelemûn ê gundewarê Şamê de ne. 

Li gorî SOHR`ê di encamê de teqînên mezin çêbûn û ji cihekî duman rabû.

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka salê ve 24 car in Îsraîlê êriş Sûriyeyê kiriye, jê 16 êrişên hewayî ne û 8 jî bejahî ne. Di encamê de 46 depoyên çekan, bargeh, navend û wesayît hatine wêrankirin.

Her wiha li gorî SOHR`ê di wan êrişan de jî 43 leşker hatin kuştin û 21 din jî birîndar bûn.

(şx)