Agirê Newrozê wê li 14 navendan were geşkirin

Newroza 2024`an wê li 14 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê pîrozkirin.

17 adar 2024   08:00
QAMIŞLO

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya Newroza 2024`an diyar bû. 

Pîrozbahiyên îsal wê bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bên lidarxistin. 

Pîrozbahiyên ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tên orgenîzekirin, wê li 14 cihan werin pêkanîn.

Li gorî agahiyên înîsiyatîfê wê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê,  Minbic, Şehba û Helebê pîrozbahiyên navendî çêbibin.

Di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyan de li hemû navçe û bajaran pîrozbahiyên kolanan tên lidarxistin, qad û rêyên sereke bi rengên Newrozê tên xemilandin.

Li tevahiya herêman wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê hatine daliqandin.

Navendên Çand û Hunerê yên li bajaran jî amadekariyên muzîk, govend û şanoyê dikin.

Di nava civakê de jî coş û heyecana Newrozê zêde bûye, welatî cil û bergên herêmî amade dikin.

Çav li rêye ku pîrozbahî ji her sal cudatir bi tevlêbûneke xurt pêk werin, li hemberî dagirkerî û komkujiyan peyamên têkoşîn û yekrêziyê werin dayîn.

(sb/a)