Îsraîl piştî zêdetirî salekê 3 ciwanên Sûriyeyê berdan

3 ciwanên ji Quneytera û Derayê ku berî zêdetirî salekê ve ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn girtin, hatin berdan.

Îsraîl piştî zêdetirî salekê 3 ciwanên Sûriyeyê berdan
19 tebax, 2026   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê piştî zêdetirî salekê 3 ciwanên ji parêzgehên Quneytera û Derayê berdan.

Li aliyekî din, tevgerên Îsraîlê li gundewarên her du parêzgehan dewam dikin.

Hate ragihandin ku geliya gundê Abidîn û zeviyên navbera herêmên Tel û Bustan ên derdora gundê Meiriyê yê rojavayê Derayê bi obîsan hatin topbarankirin.

(bb)