Îsraîl: Avakirina baregehên Tirkiyeyê li Sûriyeyê xeta sor e

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê da zanîn ku ew hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê red dikin û got “Ev xeteke sor e, nabe ku bê derbaskirin”

Îsraîl: Avakirina baregehên Tirkiyeyê li Sûriyeyê xeta sor e
5 îlon, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ew hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Sûriyeyê red dikin, ev mijar jî xeta sor e, nabe ku bê derbaskirin.

Wezîrê Îsraîlê ji AFP’ê re da zanîn ku ew rewşa heyî diparêzin, qebûl nakin ku baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê bên avakirin.

Saar destnîşan kir ku helwesta Til Evîvê di çarçoveya rêgirtina li ber dubarekirina senaryoya derbaskirina Îranê ya Lubnan û Xezayê, bi Tirkiyeyê re li Sûriyeyê pêk tê.

Gideon Saar da zanîn ku tu berjewendiyên wan di derketina li hemberî Tirkiyeyê de tune ye, ew dixwazin bi çareseriyên dîplomatîk aloziyên heyî çareser bikin.

(sb)