Di qezayên trafîkê û şewatan de kesek mir û 32 kes birîndar bûn

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di qezayên trafîkê û şewatan de kesek mir û 32 kes jî birîndar bûn.

Di qezayên trafîkê û şewatan de kesek mir û 32 kes birîndar bûn
5 îlon, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Înê li deverên cuda yên Sûriyeyê di qezayên trafîkê û şewatan de di nav 24 saetan de kesek mir û 32 kes birîndar bûn.

Parastina Sivîl a Sûriyeyê, roja Şemiyê, bi rêya kanalên xwe yên fermî diyar kir ku tîmên wê li seranserê welêt bi 23 qezayên trafîkê re mijûl bûne ku di encamê de kesek miriye û 31 kes birîndar bûne.

Her wiha tîmên Parastina Sivîl li deverên cuda bi 71 şewatan re mijûl bûne ku yek ji wan di zeviyekê de çêbû û 70 şewat jî yên malan, dikan, giya, dar, zibil û têlên elektrîkê bûne.

(k)

ANHA