Îsraîl amadekariya şerekî li Sûriyeyê dike

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê da zanîn ku artêşa Îsraîlê amadekariyê ji bo çend rojên operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê dike. Di amadekariyê de balafirên bêmirov û yên şer û leşker hatine amadekirin. Her wiha hêzek li Colanê jî hat bicihkirin.

Îsraîl amadekariya şerekî li Sûriyeyê dike
16 tîrmeh, 2025   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala 12 a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji bo çend rojên şer li Sûriyeyê dest bi amadekariyê kir balafirên bêmirov û yên şer amade kirin.

Kenalê diyar kir ku Firqeya 98'an hat amadekirin ji ber ku eger heye ew ji Xezayê ji bo Sûriyeyê were anîn. Hat diyarkirin ku heta niha 160 êrişên hewayî bi balafirên bêmirov û yên şer hatine pêkanîn, piraniya wan li Siwêda û Şamê ne.

Berpirsekî Îsraîlê jî diyar kir ku wan hêzên xwe li Colanê bi cih kirine û di vê mijarê de bi Amerîkayê re hevkariyê dikin.

(mh)