Iraqcî sibe li Iraqê ye

Piştî wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî serdana Lubnan, Sûriye, Erebistana Siûdî û Qeterê kir, sibe serdana Iraqê dike.

Iraqcî sibe li Iraqê ye
12 cotmeh, 2024   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî sibe serdana paytexta Iraqê Bexdayê dike, da ku bi rayedarên mezin ên welat re têkildarî êrişa Îsraîlê ya muhtemel li ser welatê wî nîqaş bike.

Ajansa Mehir a Nûçeyan daxuyand ku di çarçoveya şêwirên herêmî yên berdewam de sibe Iraqcî serdana Bexdayê dike. Çaverê ye dosyayên di navbera her du welatan de li hev kriine, pêşdeçûnên herêmê, bi taybet êrişên Îsraîlê li dijî Xeza û Lubnanê werin nîqaşkirin.

Iraqcî di hefteyên dawîn de serdanên xwe li herêmê zêde kirin, her wiha serdana Lubnan, Sûriye, Siûdî û Qeterê kiribû.

(fr)