Iraq daxwaza parastina serweriya xaka xwe, ji Tirkiyeyê kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi şandeyek pilebilind gihişt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hate pêşwazîkirin. Piştre her du alî civînek lidarxistin.

Iraq daxwaza parastina serweriya xaka xwe, ji Tirkiyeyê kir
15 adar, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva borî bi beşdarbûna Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên, Şêwirmendê Asayîşê Qasim Erecî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî, Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz, Wezîrê Karên Hindir ê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha MÎT’ê Îbrahîm Kalin civînek hate lidarxistin.

Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate belavkirin û hate ragihandin ku her du aliyan li ser helwestên xwe yên hevbeş ên derbarê pêşhatên navçeyî û pirsgirêkên curbicur guftugokirine. Her wiha qala amadekariyên berdewam ên ji bo serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan ya ji bo Bexdayê ku dê piştî meha Remezanê were, kirine.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinan de biryar hat dayîn ku xebatên ji bo lihevkirina rêkeftinekê ya hevtêgihiştinê bên zêdekirin, ji bo ku di warên cuda de hemahengî ji bo xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de bê avakirin.

Hate destnîşankirin ku di civînê de her du alî lihevkirin ku ji bo pêkanîna peymanek a hevtêgihiştinê amadekarî bikin, her wiha her du aliyan li ser avakirina lijneyek hevbeş a berdewam di warên ewlehî, bazirganî, çandinî, enerjî, av, tendirustî û veguhestinê de li hev kirin.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de qala parastina yekparçetî û serweriya xaka Iraqê hatiye kirin ku bi berdewam dewleta Tirk bombebaran û binpê dike û welatiyan dike qurbanî.

Herî dawî di civînê de her du alî li ser berdewamiya civîn û pêwendiyên derbarê van mijarên di çarçoveya peywendiyên di navbera her du aliyan de li hev kirin.

Tirkiyê biryara Encumena Asayişa Netewî ya Iraqê ya naskirina PKK’ê weke rêxistineke qedexekirî li Iraqê pêşwazî kir. Lê di dema hatina çeteyên DAIŞ’ê de, PKK rolek giring di parastina welatiyan û xaka Iraqê de leyîstibû. Ji bo wê jî, Serokwezîrê wê demê Heyder Ebadî, ji bo parastina PKK’ê ya xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê, taybet spasiya PKK’ê kiribû.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk bi berdewam xaka Iraq û Herêma Kurdistanê êriş û bombebaran dike. Heta niha di êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de, bi dehan welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin. Lê ne hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ne jî hikûmeta Iraqê bertek û helwestek cidî raber nekiriye.