Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin

Li Kobanê ji hêla Desteya Jinan ve Navenda Çirûska Hêviyê ya zarokên nexweşên otîzmê hate vekirin.

Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
Li Kobanê navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin
23 tîrmeh, 2026   16:00
KOBANÊ

Desteya Jinan a Bajarê Hesekê bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û perwerdeyî ji bo zarokan, alîkariya malbatên wan û dabînkirina rewşeke ewle ji bo zarokan, li bajarê Kobanê navendeke nexweşiya otîzmê ya bi navê Navenda Çirûska Hêviyê ya ji bo Gihandina Nexweşên Otîzmê vekir.

Merasîmê vekirinê bi amadebûna zarokên nexweş û malbatên wan, nûnerên Desteya Jinan û saziyên jinan pêk hat.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê seroka Desteya Jinan a Bajarê Kobanê Macida Hesûn axivî û wiha anî ziman: “Bi armanca tedawiya pêwîst ji bo zarokên otîzmê û alîkariya bi malbatên wan re, me ev navend bi piştgiriya Rêveberiya Xweser û çavdêriya Desteya Jinan vekir.”

Macidayê di berdewama axaftina xwe da wiha got: “Tevî hebûna astengiyan, rewşa herêmê em bi israr bûn ku vê gavê biavêjin.”

Macida Hesûn wiha dewam kir: “Ev navend ji bo dabînkirina rewşeke ewle û qadeke taybet bi zarokan, pêşxistina derûniya nexweşên otîzmê hatiye vekirin.”

Seroka Desteya Jinan a Bajarê Kobanê aşkera kir ku li ser asta Kobanê, heta niha rewşa 60 zarokên nexweşên otîzmê hatiye piştrastkirin û ev lê zêde kir: “Ev navend bi saya 14 salên berxwedan û têkoşînê, berdêlên ku şehîdan dane, hat vekirin.”

Navenda Çirûska Hêviyê li Kobanê yekemîn navenda zarokên nexweşên otîzmê ye.

(sb)

ANHA