Di rojekê de 13 kuştî

SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de herî kêm 13 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 13 kuştî
10 hezîran, 2025   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de herî kêm 13 kes hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li Çolistana Sûriyeyê 2 ciwan ji ber teqîna mayinên ji bermahiyên şer jiyana xwe ji dest daye, li bakurê Idlibê jî ji ber pevçûnekê ciwanek hatiye kuştin, li Derayê komeke çekdar a nenas ciwanek kuşt, her wiha li Dêrazorê 2 bazirganên çekan hatin kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li Reqayê jî cenazeyê jinekê ku şopên îşkenceyê lê hene, hate dîtin, li Dêrazor û Derayê jî 2 ciwan di bûyerên cuda de hatine kuştin.

Heman navendê destnîşan kir ku li gundewarên Ceblê yên Laziqiyê jî komên çekdar ên nenas 2 sivîlên Elewî kuştin, li Dêrazorê jî cenazeyê endamekî Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê hat dîtin. Hate diyarkirin ku li Humsê jî di encama êrişa li dijî navenda lêkolînên zanistî de endazyarek hat kuştin.

(bb)