Însiyatîfên Sûriyê û Parêzeran têkildarî 15ˋê Sibatê panelek li dar xist

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan der barê Komploya Navneteweyî paneleke li dar xist got doza ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike doza nasname û mafên mirovahiyê ne û divê were naskirin.

13 sibat, 2025   19:55
HELEB

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Komploya navneteweyî ya serdemê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji armanca qirkirinê vediguhere kilîta çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û deriyekî aştiya Rojhilata Navîn" paneleke diyalogê organîze kir. Panel li kafîteryaya Lêlûn a taxa Eşrefiyê hat lidarxistin. Di panelê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, tevgerên jinan, meclis, komîn, nûnerên pêkhateya Ermen û profesor beşdar bûn.

Di serî de berdevka Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amne Xidiro mîhwera yekemîn a panelê xwend.

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidor mijara yekemîn xwend.

PÊŞENGÊ ŞARISTANIYA MIROVÎ

Di mijarê de Amine bal li ser armancên komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin û hat diyarkirin ku armanca ew bû ku vîna gelan, ramyar û pêşengên wê werin tunekirin.

Di berdewama mijarê de Amine diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker texmîn dikir ku bi girtina rêberên şoreşên Kurd an jî bidarvekirina wan wê serhildanên Kurdan werin têkbirin. Dewleta Tirk a dagirker di vê yekê de xwe spart teoriyên xwe yên di tecrûbeyên berê de û çewisandina gelekên şoreş û serhildanên Kurdan ên ji 80 sal berê ve. Lê hat diyarkirin ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ji girtinên rêberên berê cudatir e û şoreşa wî didome.

ALIYÊ HIQÛQÎ YÊ KOMPLOYÊ

Mijara duyemîn a li ser aliyê hiqûqî yê komployê ji aliyê Elaedîn Xalid Kalo ve hat xwendin.

Di mijarê de Kalo got girtîgeha Îmraliyê xwedî pergaleke taybet e ku tevahî qanûn, sîstemên girtîgehên navneteweyî û cîhanî, heta qanûn û sîstemên girtîgehên Tirkiyeyê jî, bin pê dikin. Ji ber ku pergala girtîgeha Îmraliyê li ser bingeha tecrîda mutleq hatiye avakirin ku girtî di aliyên derûnî û fîzîkî de.

TAYBETMENDIYÊN ŞOREŞA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Ji beşdaran Heyder Reşîd destnîşan kir ku ya ku şoreşa Rêber Abdullah Ocalan ji şoreşên din cuda dike, fikr û felsefeya wî ya demokratîk e, ji ber wê jî komplo li dijî wî hat destpêkirin.

Endazyar Basil Qis Nesrallah diyar kir ku divê rola dewleta Tirk a dagirker di komployê de zêde neyê mezinkirin, ji ber ku ya komplo hûnandiye Amerîka bû, lê tenê rola dewleta Tirk girtina wî li ser xaka xwe bû.

DOZA NASNAMEYÊ

Qis Nesralah der barê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de got: "Pergalên serdest ji bo me diyar kir ku Kurd cudaxwaz in, lê belê yê ku pirtûkên wî bixwîne dê bibîne ku ew tenê doza rêveberiyê dike û doza Kurdî ne doza cudaxwaziyê, lê belê doza nasname û mafên mirovî ye ku divê were naskirin."

Profesor Kibor Yegian jî got: "Dagirkeriya Tirk hewl dide bi rêya ragirtina Rêber Abdullah Ocalan, meşandina tecrîdê li ser wî û bêparhiştina wî ji mafên sereke, fikrên wî tune bike û bandorê li fîzîk û derûniya wî bike. Lê belê Rêbertî berxwedana xwe didomîne û tê de girîngiyê dide aştiya li Rojhilata Navîn."

Piştre beşdaran helbest li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya wî ya ji bo doza Kurdî ji aliyê helbestvan, nivîskar û rojnamevanê rojnameya Sefîr a Lubnanê Mehmûd Mustefa Ebdurehman ve hatin xwendin.

(fr)