Koçberên Efrîn û Şehbayê rûbirûyî rewşên zehmet in

6 hezar û 120 koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê li navendên demkî yên li kantona Tebqa di rewşên zehmet de dijîn. Çadirên koçberan li hember ba û baranê xwe nagirin.

13 sibat, 2025   20:21
TEBQA

Ji 3 rojan ve, li kantona Tebqayê ba û baran heye, wê yekê jî rewşa mirovî ya koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên li kantonê dimînin, zehmetir kiriye.

Heta berêvara îro, nêzî 210 çadirên li navendên demkî yên bajarê werzîşê yê Tebqayê xerab bûne. Koçber bi alavên malê û amûrên paqijiyê avê ji hundirê çadiran derdixin.

Şaredariya Gel a Tebqayê ji bo kişandina avê ji çadiran erebe rêkiribû. Tevî hewlên koçberên ên ji bû jinûve vedana çadirên zirar dîtine, lê baran û bayê xurt dibin asteng.

Li kantona Tebqayê nêzî 12 hezar û 720 koçber dimînin, ji wan 6 hezar û 120 di çadirên li navendên demkî yên bajarê werzîşê û kampa biçûk de ne. Li her du navendan hezar û 224 çadir hene û di her çadirekê de malbatek bi cih bûye. Koçberên din jî li dibistan û hin taxên bajêr bi cih bûne.

(fr)

ANHA