Asya Alî li Wanê hat oxirkirin

Gerîlaya YJA STAR'ê Mîne Sevjîn Alçîçek a ku li dijî TUSAŞ'ê çalakiya kiri bû pişte 31 roj şûnde radestî malbata wê hat kirin, li Wanê hat oxirkirin.

Asya Alî li Wanê hat oxirkirin
23 mijdar, 2024   13:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlaya YJA STAR'ê Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) ku di çalakiya 23'yê Cotmehê ya li Anqereyê li dijî Pîşesaziya Hewayî ya Tirk (TUSAŞ) de tevî Alî Orek (Rojger Hêlîn) çalakî kir cenazeyê wê 31 roj şûnde radestnê malbatê hat kirin. Cenazeyê danê sibehê anîn Wanê.

 Hemû rêyên ku diçin Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ku cenaze anîn wir, ji aliyê polîsan ve hatin girtin û destûr nehat dayîn ku kes bikeve goristanê.

 Ji bo definkirinê tenê dayik, bav û xalê wê birin goristanê. Mîne Sevjîn Alçîçek piştî duayan hate oxirkirin.