Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji ber wefata Rehan Bayîk peyama sersaxiyê da
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan-Şaxê Kobanê ji ber wefata dayika hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik peyama sersaxiyê da.

Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19’ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan-Şaxê Kobanêji ber wefata Rehna Bayik peyama sersaxiyê weşand
Peyama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wiha ye:
"Me bi xemgînî agahiya koçkirina dayika pêşeng û şoreşger Cemîl Bayîk, Rehan Bayîk bihîst. Wek Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firat em sersaxiyê ji gelê xwe, malbata hêja ya Bayîk re dixwazin. Dayika pêşeng û şoreşger Cemîl Bayîk ewladekî hêja ku hemû temenê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kir anî dinê.
Bêguman dayika Rehan Bayîk ne tenê dayika pêşengê me ye, lê di heman demê de dayika me hemûyan e, ew jina Kurd e ku di dîrokê de heta roja îro bi fedakariyên mezin li ber xwe da û zarokên xwe li ser doza azadiya gelê kurd mezin kir. Dayika Rehan her di nava tekoşînê de bû, yek ji wan dayikan e ku bedelên giran di oxira azadiyê de daye. Em ji ber koçkirina wefata dayika Rehan Bayîk gelekî xemgîn in. Careke din em sersaxiyê ji gelê xwe û malbata hêja ya Bayîk re dixwazin."
(sş/bb)
ANHA