’Înisiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo vegera penaberan rêya herî ewle ye’ 

Penaberekî Sûriyeyî diyar kir ku înisiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo vegera penaberên li Lubnanê rêya herî ewle ye.

’Înisiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo vegera penaberan rêya herî ewle ye’ 
30 îlon, 2024   13:21
BEYRÛT

Di encama şerê ji hefteyekê yê Îsraîl û Hizbullah de bi dehhezaran Sûriyeyên ku li Lubnanê dixebitin an jî ji destpêka aloziyê ve berî dabûn Lubnanê vegeriyan welatê xwe.

Mihemed Arif ji bajarê Efrînê ye, lê bi destpêka aloziya Sûriyeyê re berî dabû Lubnanê. Mihemed Arif înisiyatîfa Rêveberiya Xweser a têkildarî vegera penaberên Sûriyeyê "Spartgeha ewle" ya vegera bi ewle ya li welat bi nav kir.

Arif mîna gelek penaberên sûriyeyî ji bo fêmkirina hurguliyên vegera di rêya Rêveberiya Xweser de  peywendî bi ajansa me re çêkir. Arif diyar kir ku ew dixwaze bi rêya înisiyatîfa Rêveberiya Xweser vegere.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dixwazin vegerin komîte ava kiribû.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kir, ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin.

Arif  li taxa Bîr Hesen di xaniyekî ku kirê kiriye dimîne, diyar kir ku rewşa Lubnanê gelekî zehmet û  jiyan li Beyrûtê  gelek zehmet e.

Arif anî ziman ku ji kêliya qetilkirina lîderê Hizbullah Hesen Nesrallah ve mala wî gelek zerar dîtin û got, bombebaran nêzî mala wî pêk hat.

Her wiha îşaret pê kir ku taxên başûr ji niştecihên wê vala bûye û got, di encama rageşî û bombebaranê de şebekeyên qaçaxçîtiyê ava bûne ku sûdê ji rewşê werdigirtin û ji bo derxistina niştcihan ber bi herêmên ewletir ve miqdarên mezin ên pereyan distînin.

Li gorî Arif, "Gelek penaberên Sûriyeyî û yên ku leşkertiya neçarî nekirine ji tirsa ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve werin girtin, di heman demê de ji ber  êrişên Îsraîlê yên dijî deriyên sînor, naxwazin di deriyê sînor re vegerin, lew ra rêyên xeternak ên qaçaxî tercîh dikin. "

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kiribû ku hejmara kesên dixwazin vegerin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û da zanîn ku nûnertiyê erebeyên veguhestinê ji bo wan re peyda dike.

(bb)

ANHA