Îmamê îsmaîliyên nîzarî wefat kir

Îmamê îsmaîliyên nîzarî û serokê saziyên alîkariyê yên geşepêdanê Axa Xan duh koça dawîn kir.

Îmamê îsmaîliyên nîzarî wefat kir
5 sibat, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Geşepêdanê ya Axa Xan li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyand ku "Îmamê 49’emîn ê misilmanên şîe yê îsmaîlî Axa Xan ê 4’an, 4’ê Sibata 2025’an di 88 saliya xwe de li Lîzbonê ya Portekîzê koça dawîn kir."

Torê diyar kir ku piştre dê navê kesê li şûna Axa Xan were hilbijartin, were ragihandin.

Mezheba îsmaîlî ya nîzarî di aliyê hejmarê de duyemîn mezintirîn koma misilmanên şîe ye. Li seranserî cîhanê hejmara endamên wê di navbera 12-15 milyonan de ye û li 25 welatan belav bûne, bi taybetî li Asyaya Navîn û Başûr, Afrîka û Rojhilata Navîn dimînin.

(bb)